Mesûd Heyder: Rêjeya pişka Herêma Kurdistan di budceya Iraqê de tê guhertin

Mesûd Heyder: Pêşbînî heye pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2018an ya Iraqê de 14% be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê komîta diravî di Perlemana Iraqê de Mesûd Heyder ji Kurdistan 24ê re ragihand: "Îro hikûmeta Iraqê pirojeyasaya budceya sala 2018an sand Perleman û roja Şemiyê wê xwendina yekem jêre bê kirin."

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê di wê pirojeyasayê de, Mesûd Heyder eşkere kir, bi sedema fişarên navdewletî, hikûmeta Iraqê ti rêjeyek di nav pirojeyasayê de, ji bo Herêma Kurdistan destnîşan nekiriye, tenê amaje bi wê yekê daye, ku pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de li gorî hejmara akinciyan bê diyarkirin.

Heyder got jî: "Niha li Iraqê du amar derbarê hejmara akinciyên Herêma Kurdistanê hene, li gorî amara wezareta bazirganiyê, hejmara akinciyên Herêma Kurdistanê 13% ji akinciyên Iraqê ye, lê amara wezareta pilandanînê dibêje rêjeya akinciyên Herêma Kurdistanê 14% ye, lewra pêşbînî heye pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2018an ya Iraqê de 14% be."