Hêzên Asayişê endamek din ê Serokatiya ENKS li Qamişlo girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Asayişê endamek din ê Serokatiya ENKS li Qamişlo girtin.
Endamê Nûneratiya ENKS li Hewlêrê Ciwan Dawud ji Kurdistan24 re ragihand, îro demjimêr şeş û nîvê êvarê, Hêzên Asayişê li bajarê Qamişlo bi ser mala wan de girtin, û Endamê Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreterê Partiya Wekheviya Kurd li Sûriyê Nimet Dawud girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
2yê vê mehê jî, Hêzên Asayişê li Qamişlo, Endamê Serokatiya ENKS û Rêkxerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif girtibûn û heta niha tu daxûyaniyek li ser girtina wî nehatiye dan.
C.B