Yildirim dibe şaredar?
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî dest jikar kişandina şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş, medyaya Tirkiye bi gelamperî diyar dike ku di hilbijartinên sala 2019an de biryar hatiye dan kandîdê şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê ji alî AK Partî ve, Serokwezîrê niha Binalî Yildirim tê destnîşankirin.
Tê gotin alternatîfa herî mezin ê kandîdiya şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim e. Ligor medyaya Tirk pêşniyar ji Binalî Yildirim re hatiye kirin, ewî jî ev pêşniyar pejirandiye.