Welatiyekî Kurd piştî mehekê ji revandina wî, hat azadkirin

Ew welatî ji aliyê Qeys Xez'elî berpirsê girûpa Esayib Ehl El-Heq ya ser bi Heşda Şe'bî ve hat azadkirin û ew radestî malbata wî kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Remedan Hemîd ku welatiyekî Kurd e ji qeza Xurmatû ye, berî mehekê ji aliyê girûpên şî'e ve hatibû revandin.

Piştî serdana şandekê ji kesatiyên Xurmatû û û civîna wan li gel berpirsên Bexdayê, li ser daxwaza wê şandê, îro ew welatî ji aliyê Qeys Xez'elî berpirsê girûpa Esayib Ehl El-Heq ya ser bi Heşda Şe'bî ve hat azadkirin û ew radestî malbata wî kirin.

Mamoste Hawar ku serperiştyarê şandê bû, ji Kurdistan24ê re ragihand, yekem berhema çûna şanda me ji bo Bexdayê, azadkirina wî welatiyê Kurde bû, ku niha bi malbata xwe şa bûye.