Çavuşoglu: Vekişandina Amerîkî bi sedema YPGê rastî zehmetiyan tê

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, Amerîka bi YPGê re pêwendiyek gelek nêzîk daniye. Piştî vê pêwendiya nêzîk û bihêz vekişîna ji Sûriyê jî zehmet dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, Amerîka bi YPGê re pêwendiyek gelek nêzîk daniye. Piştî vê pêwendiya nêzîk û bihêz vekişîna ji Sûriyê jî zehmet dibe.

Çavuşoglu got: “Em dibînin ku hin welat dixwazin Amerîka dest biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê berde. Ji bo vê jî hewl didin. Herwiha di nava rêveberiya Amerîkayê de jî dengên ji hev cuda hene. Em vê meseleyê digel hevpostên xwe bi berfirehî gengeşe dikin.”

Herwiha got: “Ew tohmeta Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê yên wekî Tirkiye Kurdan dikuje bi tundî red dikin. Em dibînin ku Amerîka di derbarê vekişîna xwe de bi hin zehmetiyan re rûbirû ye. Yek ji wan zehmetiylên mezin ên Amerîkayê ew e ko bi YPGê re pêwedniyek gelek nêzik danîne. Piştî vê pêwendiya nêzik niha zehmetî dikşîne ku xwe ji YPGyê cuda bike.”

Bi sedema ku Şêwirmendê Ewlehiya Netewî John Bolton gotibû: “Amerîka bê parastina Kurd li Sûriyê venakişe” û rê nade Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî red bi Bolton re bicive.

 

S. B