ZDF: Li girtîgehên Tirkiye işkenceyen giran tên kirin

Ligor lêkolînên televizyona ZDF a Almanî, li girtîgehên Tirkiye işkenceyên giran li girtiyên siyasî tên kirin. Di bernameya Frontal 21 a telewizyona ZDF de...

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor lêkolînên televizyona ZDF a Almanî, li girtîgehên Tirkiye işkenceyên giran li girtiyên siyasî tên kirin. Di bernameya Frontal 21 a telewizyona ZDF de, hevpeyvînên ligel 2 girtiyan bi navên Tolga û Alî cîh girtin e, ku roja îro dê bê weşandin.

Ali û Tolga di bernameyê de tînin ziman ku, “gava li derve digeriyan ji alî kesên nenas ve şuwal li sere wan hatiye pecan û hatine revandin. Gava çavên xwe vekirin e, di girtîgehê de bûn e û ji wan hatiye xwestin navên endamên Cemaeta Gulan bidin. Dema anîna ziman ku, ew kesên weha nasnakin, işkenceyên giran li wan hatine kirin”.

Di bernameya Frontal21 de herweha tê gotin ku, berê jî gelek caran Rêxistina Navneteweyî ya Çavnêriya Mafên Mirovan (HRW) bi belge rastiya işkenceyan li girtîgehên Tirkiye eşkere kiriye.

Berpirsiyarê HRW a Almanyayê Wenzel Michalski diyar dike ku: “Li girtîgehên Tirkiye bi awayek sistemî işkence tê pêkanîn”.

ZDF liser bûyerê pirs ji berpirsiyarên Enqereyê kirin e, lê tu bersîvek wernegirtin e.

 

 

C.B