Muqteda Sedir Malîkî bi firoşkarê xaka Iraqê tuhmetbar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê Tevgera Sedir a Iraqî bêyê ku nav bîne, êrîşeke tund li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî kir û bi firoşkarê xaka Iraqê bi nav kir.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand, mana komisyona bilind a hilbijartinan bi pêkhateyên niha, tenê di berjewendiya wî kesê ku berê beşek mezin ji xaka Iraqê firotiye de ye. Niha dixwaze vegere desthilatê û tevahiya Iraqê bifiroşe.
Muqteda Sedir got jî: “Di karên xwe de ji bo guhartina serok û endamên komisyona bilind a hilbijartinan de berdewam in.” Herwiha daxwaz ji parlemantoya Iraqê jî kir, bi lez serok û endamên nû yên komisyonê diyar bike.