PKK 2 leşkerên Tirkiyê kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Gerîlayên PKKê êrîşî ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Şemzînana Colemêrgê kir, di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniyekê de belav kir, duh gerîlayên PKKê bi Doşka û topên Hawinê êrîşî li ser binkeya leşkerî ya li Şemzanînê kir.
Parêzgariyê aşkere kir, di encama êrîşê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.