Pirsa PKKê di navbera Bexda û Enqerê de çawa bidawî dibe

Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê ji bo gotûbêjkirina rûbirûbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) serdana Enqerê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê ji bo gotûbêjkirina rûbirûbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) serdana Enqerê kir.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji pêgeha “Al- Monitor” re ragihand, şanda Iraqê hewl dide bi Enqerê re bigihe rêkeftineke siyasî, ji bo dûrxistina navçê ji her şerekî.

Yawer dibêje, hebûna PKKê li Şingalê pirsgirêkeke mezin dirust kiriye û divê Bexda û Enqerê vê pirsgirêkê çareser bikin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge red kir ku Pêşmerge beşdarî ti operasyoneke ji vî awayî bike, ji ber ku ew pirs girêdayî ye bi serweriya Iraqê ve.

Berî çend rojan PKKê hêza xwe ji Şingalê vekişand û û dosya ewlehiyê û hemû sînorê Şingalê radestî artêşa Iraqê, Heşda Êzidî û Heşda Şeibî kir.

Kişandina gerîlayên PKK ji Şingalê hevdem e li gel gefên Tirkiyê ji bo encamdana oprasyoneke serbazî li dijî wan, lê Hikûmeta Iraqê ji bo rastî kêşeyên mezintir neyê, zû hat ser xetê heya ku rê li ber destwerdana Tirkiyê bigire.

Lê Beyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbarhîm Kalin berî çend rojan ragihand, ew ji vekişîna hêzên PKKê ji Şingalê bigûman in.

 

S. B