Serok Barzanî: “Ez dixwazim di sîbera Al a Kurdistanê ya serbixwe de cane xwe jidest bidim.”

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, piştî biryara referendûma Kurdistanê ku bû babetek ji yên herî germ a rojeva cîhanî, yekem hevpeyvîna xwe ligel kovara navdar a siyasî Foreign Policy pêkanî, derbarê referendûma serxwebûnê û rola Kurdistanê di herêm û cîhanê de daxûyaniyên girîng dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, piştî biryara referendûma Kurdistanê ku bû babetek ji yên herî germ a rojeva cîhanî, yekem hevpeyvîna xwe ligel kovara navdar a siyasî Foreign Policy pêkanî, derbarê referendûma serxwebûnê û rola Kurdistanê di herêm û cîhanê de daxûyaniyên girîng dan.

Di daxûyaniya xwe de Serokê herêma Kurdistanê ragihand: “Ez dixwazim di sîbera Al a Kurdistanê ya serbixwe de cane xwe jidest bidim.”

Serokê herêma Kurdistanê Mesud barzanî di hevpeyvîna xwe de balkişand ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê û desnîşankir ku “Ligel Serokwezîr Ebadî me babeta referendûmê herweha serxwebûnê jî girtiye dest. Bi awayek zelal min ji wî re eşkere kir ku, referendum mafek rewa û yasayî ya gelê min e, û em amade ne, li ser encamên referendûmê bi diyalog û rêgayên aştiyane danûstandinan bikin. Em dixwazin vê pirsê bi bi rêyên aştiyane çareser bikin.”

Serok Barzanî diyarkir ku, “Referendûm ji bo serxwebûna Kurdistanê ye û gelê Kurdistanê dê biryarê liser bide. Babet ji çarçoweyek siyasî mezintir e, ji pirsên partiyek û siyasetekê mezintir e.”

Liser pirsek girêdayî rîskên referendûma serxwebûnê, Serok Barzanî amaje bi vê yekê kir ku “Armanca referendûma serxwebûnê diyarkirina hest û îradeya gelê Kurd ji bo hêz û welatên hêrêmê û yên navneteweyî ye. Erk a me bicîhanîna hesta gelê me ye. Ji bo ku em vê biryarê bixin jiyanê de, em dê danûstandinên aştiyane lidar bixin û van xebatên xwe ji Bexdayê bidin destpêkirin.”

Serok Barzanî herweha ragihand ku “Kurdistanê ji bo yekgirtina Iraqê gelek liber xwe da ye. Lê mixabin her dem daxwaz, hêvî û xwestekên Kurdistanê hatine redkirin. Destûr neketiye jiyanê û mafê tu kesî nî ne, li hember îradeya gelê Kurd helwêstê bigre”…