Zarokekî din li Efrînê bi mayinekê canê xwe jidest da

Mayina vedayî, li nav mala xalê wî zarokî hatibû çandin û dema ku wî serdanê mala xalê xwe kiriye di hewşa malê de bi wî ve teqiya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di encama teqîna mayinekê de li gundê Erebo Şaxî yê ser bi bajarokê Mabeta yê ser bi navçeya Efrînê ve, zarokê 14 salî Mihemed Remzî Osman canê xwe jidest da.

Jêderên xwecihî tekez kirin, ku ew mayina vedayî, li nav mala xalê wî zarokî hatibû çandin û dema ku Mihemed serdanê mala xalê xwe kiriye di hewşa malê de bi wî ve teqiya ye.

Duh jî çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandin, ku li gundê Remedana yê ser bi Mabeta ve bombeyeke vedayî teqiya û pîremêrê 65 salî Mihemed Ehmed Koçer canê xwe jidest da.

Herwiha diyar kirin, ku berî sê rojan li gundê Qêsim jî yê ser bi Raco ve bombeyek vedayî di terektorekê de teqiya û di encamê de 5 kes birîndar bûn, birîndarê bi navê Cemal Hec Hemîd Şêxo piştî du rojan canê xwe jidest da.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûryê piştî şerê 58 rojan di 18ê Adara derbasbûyî de, Efrîn û gundewarên wê dagîr kirin, ji wê demê ve û bi awayekî berdewam bombeyên vedayî bi malên xelkê Efrînê ve diteqin û bi dehan sivîl heya niha bûne qurbanî.

Heya niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê vedana bombeyan di nav xanî û malên sivîlan de ranegihandiye.

N.O