Wezîrên derve yên YE rewşa Efrînê gotûbêj kirin

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa Efrînê civiyan. Wezîrê Derve yê Almanyayê da xuyakirin, divê Tirkiye operasyona ser Efrînê rawestine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa Efrînê civiyan. Wezîrê Derve yê Almanyayê da xuyakirin, divê Tirkiye operasyona ser Efrînê rawestin e.

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropa li paytexta Bulgarya bi armanca gotubêjkirina rewşa Sûriye, bilindbûna tundiyê û Operasyona Tirkiye li ser Efrînê civiyan.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel balkişand ser operasyona Tirkiye ser Efrînê û got, divê pevçûnên li Sûriyê bidawî bibin. Gabrîel xwest Yekîtiya Ewropa prosesa siyasî rêkbixe û taybet divê pevçûnên li bakurê Sûriyê rawestîne.

Wezîrê Derve yê Nemsayê jî da xuyakirin, jiber operasyona ser Efrînê dibe ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pevçûn rû bide û da zanîn, rûbirûbûna du artêşên mezin yê NATOyê metirsîdar e û divê Yekîtiya Ewropa bo krîza Sûriyê çareseriya bi gotubêjan nîşan bide.