CHPê namzetê xwe eşkere kir

CHP namzetê xwe yê Serokomariya Tirkiyê bi awayeke fermî eşkere kir û Parlementerê CHPê Muharrem Înce bû namzet.

K24 – Navenda Nûçeyan

CHP namzetê xwe yê Serokomariya Tirkiyê bi awayeke fermî eşkere kir û Parlementerê CHPê Muharrem Înce bû namzet.

Ince dema derket ser dîkê rozeta partiya xwe radestî Serokê CHPê Kemal  Kiliçdaroglu kir û ragihand, ew namzetê CHPê nîn e lê ew namzetê hemû pêkhateyên Tirkiyê. Nabe kesek serok û endamê partiyekî bibe Serokomar. Divê Serokomarê bêalî be.

Namzetê CHPê got: “ Nabe endam û serokê partiyekî serokomarî bike. Min jî her tim piştgiriya vê hizra we kir. Di 24ê Hezîranê de bi destûra xwedê ez dê bibim serokomarê miletê xwe. Ez nabim tenê Seromarê CHPyîyan. Ez dê bibim Serokomarê AK-Partiyi, MHPyî û HDPyiyan jî. Ez dê bibim Serokomarê rastgir, çepgir, Elewî, Sunnî, Tirk û Kurdan. Ezê bibim Serokomarê her kesî. Ji ber ku ezê bibim serokomarek bêalî, ez niha rozeta partiya xwe emanetî we dikim.”

 

S. B