"Nêçîrvan Barzanî û Ebadî nêzîkî rêketinê bûne"

Jêderekî Iraqî ji rojnameya Meda re tekez kiriye, ku hefteya dahatî wê herdu alî biriyarên "Giring û mezin" bistînin, daku kêşe û nakokî bi temamî bên çarekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "Meda" di raporekê de eşkere dike ku, di demeke nêzîk de şandeke pile bilind ji Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike, daku li ser bidawîanîna kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de lihev bikin.

Rojnameyê ji ser zimanê jêderekî mezin di Hikûmeta Iraqê de, ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, belav kiriye, ku niha nêzîkbûneke baş di nav Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de heye, ji bo geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê destpê bikin.

Herwiha rojnameyê di raporê de gotiye: "Di demeke nêzîk de, wê rêketina dawî li Bexdayê temam bibe û ew sê civînên di navbera Nêçîrvan Barzanî û Ebadî de, rewşa nakok bidawî anîn û niha rêketin li ser hin kêşeyan çêbûye".

Ew jêder dibêje, ku herdu aliyan li ser çarekirina kêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî lihev kirine, ku divê ji aliyê Hikûmeta navendî ve bên dabeşkirin.

Wî jêderî diyar kir, ku Ebadî pêşinyar kiriye, hêzeke sînordar ji polîsên federal bişîne Herêma Kurdistanê, daku beşdariyê di birêvebirina firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê de bike û biriyar e hefteya dahatî Hewlêr bi fermî bersiva wê pêşinyarê bide.

Heman jêderî tekez kir, ku hefteya dahatî wê herdu alî biriyarên "Giring û mezin" bistînin, daku kêşe û nakokî bi temamî bên çarekirin.

Rojnameyê diyar kir, ku wî jêderî gotiye: "Nîv rêketinek heye ji bo dîtina mîkanîzmekê ji bo hinardekirina petrola Kerkûk bi riya Hikûmeta Navendî".

Herwiha wî jêderî tekez kiriye, doseya herdu deryên Ibrahîm Xelîl û Pêşxabûrê, li ser maseya danûstendinan nehatin danîn.

N.O