Yildirim diçe Diyarbekirê

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, sibê serdana Diyarbekirê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, sibê serdana Diyarbekirê dike.

Beriya ku Binalî Yildirim serdana Diyarbekirê bike, li bajêr amadekariyên dawî hatin kirin. Yildirim li Diyarbekirê dê çavdêriya plan û projeya başkirina kolanan bike.

Ji ber vê, li navçeyên Yenîşehîr, Rezan, Sûr û Peyasê xebatên kolanên di çarçoveya "bajêrvaniyê" de berdewam dikin.

Li Diyarbekirê Mînareya Çarling jî di nav de, xebatên nûjenkirina 200 avahiyên dîrokî berdewam dike.

Li aliyê din, şîniyên taxên Elî Paşa û Lalebegê hêj bê av û elektrîkê ne û kanalên avaroyê jî hatine xetimandin.