Encûmena Asayişa Navdewletî bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê gotûbêj dike

Şanderê NY yê taybet bo Sûriyayê Staffan De Mistura daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike mîkanîzmekê ji bo lêkolîna bikaranîna çekê kîmawî li Dûmayê dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê NY yê taybet bo Sûriyayê Staffan De Mistura daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike mîkanîzmekê ji bo lêkolîna bikaranîna çekê kîmawî li Dûmayê dane.

Staffan De Mistura di civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, nikarin nûçeya bikaranîna çekê kîmawî li Dûmayê piştrast yan red bikin.

Got jî, pêwîst e Encûmena Asayişa Navdewletî mîkanîzmekê ji bo lêkolîna bikaranîna çekê kîmawî ava bike û berpirsyarên wan êrîşan destnîşan bike.

Daxwaz ji Rûsya û rêjîma Sûriyê kir jî, jiyana welatiyên sivîl biparêzin.

Roja 7ê vê mehê, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî bikar anî û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de girûpa Ceyş El-Islam rêjîma Sûryê bi avêtina bermîlên teqîner û jehrawî bi ser sivîlan de, tometbar kir.

Ji aliyê xwe ve, duh jî Serokê Amerîka Donald Trump got, derbarê êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilat di heyama 24 yan 48 demjimêrên bê de biryarên girîng derdikin.

 

S. B