Heşda Şabî gefan li xelkê devera Dyale dixwin

Berpirsek Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere dike, li sînorê parêzgeha Dyale, Heşda Şabî gefan li xelkê dixwin. Eger deng nedin kandîdên wan, ew dê wan bi tometa terorê bigrin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsek Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere dike, li sînorê parêzgeha Dyale, Heşda Şabî gefan li xelkê dixwin. Eger deng nedin kandîdên wan, ew dê wan bi tometa terorê bigrin.

Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê li sînorê parêzgeha Dyale Ibrahîm Ehmed ji malpera fermî ya Partiya xwe re ragihandiye, Heşda Şabî li Qeretepe, Celewla, Sexdiye û Mendelî gefan li xelkê dixwin, ku deng bi kandîdên wan bidin, û deng nedin kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê, jiber ku tirseke wan ji Partî heye.

Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser zarê Berpirsê Komîteya Navçe ya Partiyê li Qeretepe Kemal Ibrahîm veguhistiye, ev demek e Heşda Şabî li derveyî Qeretepe xalên pişkinînê daniye, û her otombêlek biçe Qeretepe yan jî, ji wî bajarokî derkeve, bacan ji wan werdigre, ku hin caran sed dolaran ji yek otombîlê werdigrin.

Eşkere jî kir, çend kesan ji Heşda Şabî xwe kandîd kirin e, û ji niha de çekdarên Heşda şabî diçin malên şêx û kesayetiyên Erebên Sunne û gefan li wan dixwin, ku deng bidin wan kandîdan û eger na dê bi tometên terorê werin girtin. Jiber wê yekê jî, tirsek li cem xelkê çêbûye.

 

 

C.B