26 Baroyan piştgiriya xwe ji Baroya Diyarbekrê re nîşandan

Baroya Diyarbekirê jî daxuyaniya wezîrî wek hedef nîşandana Baroya Diyarbekirê û gef nirxand. Derbarê vê yeke de jî 25 Baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bo piştgiriya Baroya Diyarbekrê hatin cem hev

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Baroya Diyarbekirê xwest ku bo lêkolînkirina buyera Pirsûsê, derbasî Pirsûsê bibe û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rê nehate dayîn, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê amaje kir ku Baroya Diyarbekirê piştgiriya PKK'ê dike. Baroya Diyarbekirê jî daxuyaniya wezîrî wek hedef nîşandana Baroya Diyarbekirê û gef nirxand. Derbarê vê yeke de jî 25 Baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bo piştgiriya Baroya Diyarbekirê hatin cem hev.

Cîgirê Serokê Baroya Edeneyê, amaje kir ku pêwîste tawanbarkirin evqas ne hêsan be.

Sabahattîn Gumuş-Cîgirê Serokê Baroya Edeneyê, anî ziman:

"Mehsumiyet di hiquqê de esas e. Giregirek wek wezîrekî pêwîst bû ku gotinek wiha nebêje. Eger gotibe jî pêwîste ku derbarê vê yeke de delîlek an jî belgeyek bide nîşan."

Serok û rêveberên baroyan di daxuyaniya piştgiriya Baroya Diyarbekirê de anîn zimên ku eger di destê wezîrî de delîlek tine be û daxuyaniyên wî dibin cihê metirsiyê. Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî bang kir ku wezîr Soylû ji xeletiya xwe vegere.

Nûşîrevan Elçî- Serokê Baroya Şirnexê diyarkir, ku:

"Ez di wê baweriyê de me ku Wezareta Navxweyî ji bo ku kêmasiyên xwe veşêre êrîşî Baroya Diyarbekirê dike. Cîhan ji wan dipirse, gelo çima qet tikes derbarê Doza Tahîr Elçî de nehatiye girtin û doz nameşe ? Ew jî nikarin bersiv bidin û bi êrîşa li ser baroyê vê yeke didin veşartin. Ez bang dikim ku lêborîn ji Baroya Diyarbekirê were xwestin"

Di daxuyaniya piştgiriya Baroya Diyarbekirê de Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen da zanîn ku wan wek Baroya Diyarbekirê serî li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê da ye û banga tawanê li Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû kiri ye.

 

 

 

C.B