Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referandûma serxwebûnê ya devera Soranê ragihand, me her hewlek da ji bo ligel Bexdayê bigihine çareseriyê û çend salan berî niha me ligel hemû aliyan behsa referandûmê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referandûma serxwebûnê ya devera Soranê ragihand, me her hewlek da ji bo ligel Bexdayê bigihine çareseriyê û çend salan berî niha me ligel hemû aliyan behsa referandûmê kir.

Barzanî ragihand, di sala 2015an de babeta referandûmê li Koşka Spî ligel serokê berê yê Amerîka Barack Obama me behs kir.

Ragihand jî, berî salekê, bi şandeke mezin me serdana Bexdayê kir û ji wan re ragihand ku hevbeşî şikestin aniye werin bila wêrekiya me hebe û bibin du cîranên baş.

Amaje bi wê jî kir, em neçar bû berve wê biryarê biçin. Hin caran behsa wê yekê tê kirin, ku Kurd vegerin “hêla kesk” bê gûman ew naye qebûlkirin, ew hêl nebe sînorê Kurdistanê.

Li ser helwesta civaka navdewletî û Bexdayê, Barzanî diyar kir, me berê behsa referandûmê bikin û destpêkê gelekî nerm bûn, lê niha helwestên wan hatin guhartin, ew jî cihê pirsê ye. Herwiha diyar kir jî, wan destpêkê proseya referandûmê bi cidî wernegirtin, di baweriya wan de ew karta fişarê bû û her kesekî li gor xwe şîroveyek dikir.

Herwiha ragihand, ewên li dijî referandûmê ne, bi dilê wan xweş bû, ku Kurd ne yekgirtî bûn û nikarin wê proseyê cibicî bikin. Tekez kir jî, ji destkeftên referandûmê ji cîhanê re diyar bû, ku biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye û ne ya take kesekî ye.

Herwiha ragihand, niha yekrêzî heye û heger hin kesan bihane digirtin ku parlemanto aktîv nabe, niha parlemantoya Kurdistanê jî hat aktîvkirin.

Serok Barzanî amaje bi wê kir, êdî baweriyê bi sozên devkî û nameyên lestîkî nakin, divê soz bi awayekî nivîskî be, ku nikaribin jê birevin.

Got jî, guftûgoya me ligel Bexdayê ne ji bo wezîrên me vegerin, yan birêveberekî giştî damezrînin.

Serok Barzanî amaje bi du şaştiyan kir, ku di sala 2003an de bi dilekî pak û salfî çûn Bexdayê, lê nehat qebûlkirin, niha jî ne em yekperçeyîya Iraqê têk didin, ew bixwe wî karî dikin.

Barzanî şaşbûna duyem jî diyar kir û got, dema budceya herêma me hat birîn, diviyabû me bizaniya ku her tiştek temam bû û wê demê me ragihandina, me şaş kirk u me ew kar nekir, lê wê demê şerê DAIŞê li ser me hate sepandin.

Got jî, heger niha referandûmê qebûl nekin, piştî du salan dê çawa qebûl bikin, derbasbûna demê ne di berjewendiya Kurd de ye.

Barzanî tekezî li wê jî kir, biryara Dadeha Federalî li dijî Kurd e, her çend e biryarên wan nagihin Kurdistanê û cibicî nabin, lê mixabin ew niyaza wan ya rastî ye.

Derbarê cîranên Kurdistanê de, Barzanî ragihand, ti demekê ji cîranan re nabin gef û daxwazê ji wan dikim, bi zimanê gefê bi me re neaxivin, ji ber ku ew ziman naye qebûlkirin.

Barzanî ragihand jî, referandûm ne dawiya cîhanê ye, lê derfetek e ji bo gelê raya xwe bide, piştî referandûmê jî dicivin û guftûgoyê dikin, heger hevbeşî şikestî anî, cîrantiya baş ava dikin, lê înkarkirin û rêgirtin li derbirîna raya Kurdistanê, stemeke mezin e û naye qebûlkirin.

Herwiha ragihand, em bîr li tundûjî û bikaranîna hêzê li dijî ti aliyekî nakin, lê heger zor li me were kirin, mafê me heye berevaniya xwe bikin.

Li ser awayê dewleta Kurdistanê amaje bi wê kir, wî pêşniyar kiriye, ku dewleta federalî, medenî û parlemantî be û mafê hemû pêkhateyên netewî û olî tê de parastî be.

Herwiha ragihand, dibe ku hin Erebên tundrew zor û stemê li hin Kurdên bê desthilat bikin, lê divê em raweşta bilind a Kurdayetiyê biparêzin.

Barzanî nimûneya sala 1991an dema raperîna mezin bibîr anî, ku 3 feyleq ên artêşa Iraqê xwe radestî hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê kirin û bê ti zulmek li wan bê kirin, vegeriyan cem kesûkarên xwe.

Got jî, pirsgirêk di navbera netewan de nîn e, Kurd, Ereb, Tirk, Kildan û Aşûr hemû birayên hev in û hemû azad in û mafê wan hemû pêkhateyên netewî û olî parastî ye.