Nadya Murad Xelata Nobel a Aştiyê wergirt

Bi amadebûna Şahên Siwêd û Norwecê, li Oslo paytexta Norwecê di merasîmekê de Nadya Murad û Denis Mukwege Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an wergirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna Şahên Siwêd û Norwecê, li Oslo paytexta Norwecê di merasîmekê de Nadya Murad û Denis Mukwege Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an wergirt.

Nadya Murad di merasîmekê de dema wergirtina xelatê gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ti xelat rûmeta me venagerîne, ji bilî dadweriyê.”

Herwiha got: “Hîna nehatiya karîn rewşa Êzidiyan bê asayîkirin û hîna zêdetir ji 3 hezar welatiyên Êzidî di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.”

Nadya Murad rexne li civaka navdewletî girt got, gelek gel li pêş çavên cîhanê rastî qirkirina etnîkî tên. Tekez kir, parastina Êzidiyan ji berpirsatiya civaka navdewletî ye.

Tekezî li ser wê yekê jî, dadwerî riya tekane ye ji bo bicihkirina aştiyê û divê kesên destdirêjiya seksî li dijî jinan wek çek bikar tînin bêne dadgehkirin.

 

 

S. B