Mesrûr Barzanî: Gellek welat hene amade ne li dewleta Kurdistan mikur bên

Şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger Kurdistan serxwebûnê rabigehîne gellek welat hene li serxwebûna dewleta Kurdistan mikur bên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger Kurdistan serxwebûnê rabigehîne gellek welat hene li serxwebûna dewleta Kurdistan mikur bên.

Mesrûr barzanî di dema beşdariya wî di bernameya riya ber bi serxwebûnê ve, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di baweriya me de niha baştirîn dem e ji bo serxwebûna Kurdistanê û heger gelê Kurdistan biryara serxwebûna xwe bide, ez bi bawer im ku hejmarek mezin ji welatan, wê li serxwebûna Kurdistanê mikur bên."

Biryar e 25 vê mehê, ango piştî 5 rojên din, referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bê encamdan, di rojên derbasbûyî de jî, çendîn şandên welatan ji bo paşxistina dema encamdana referandumê, serdana Herêma Kurdistanê kirin û ji Serokê Herêma Kurdistanê xwestin ku referandum paş bixe, lê ji ber nebûna bedîlekî baş û nebûna gerentiya navdewletî, Herêma Kurdistanê tekez kir ku referandum nayê paşxistin û di dema xwe de wê bê encamdan.