The Telegraph: HSD 3 rêketin bi DAIŞê re kiriye

Li gorî heman rojnameyê, HSD behsa wan rêketinan ne kiriye û Hevpeymaniya Navdewletî ji wan rêketinan haydar nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya The Telegraph ya Birîtanî belav kiriye, ku hêzên Sûrya Demokrat (HSD) 3 rêketin bi rêxistina DAIŞê re kiriye ku di encama wan rêketinan de, hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên Ewropî hatine berdan.

Rojnameya navhatî ji ser zimanê jêderên navxwe û malbatên çekdarên DAIŞê yên girtî li cem HSD, veguhestiye ku HSD 3 rêketin li gel DAIŞê kiriye, yekem rêketin di Sibata 2017an de bû, ku li gorî wê, nêzîkî 200 çekdaran hatin berdan, di nava wan de welatiyên Çîçanî, Firensî û Almanî hebûn û ji bo navçeyên di destê DAIŞê de li Dêra Zorê hatin veguhestin.

Diwem rêketin di Nîsanê de bû û 15 çekdarên DAIŞê li gel 40 jin û zarokên wan hatin berdan, ku di nava wan de Mexribî, Firensî, Belcîkî û Holendî hebûn û di beramber de, DAIŞê hejmarek ji şervanên HSD serbest berda.

Di encama sêyem rêketin de jî, 15 hevjînên çekdarên DAIŞê hatin berdan, ew rêketin di 6ê vê mehê de, li nêzîkî gundê Hecîn yê Dêra Zorê çêbû.

Li gorî heman rojnameyê, HSD behsa wan rêketinan ne kiriye û Hevpeymaniya Navdewletî ji wan rêketinan haydar nekiriye.

N.O