Nêçîrvan Barzanî pêkanîna hikûmetê bi Elawî û Amirî re gotûbêj dike

Di çarçova civîn û hevdîtinên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pirsa serokomariyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Eyad Elawî û Hadî Amirî re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova civîn û hevdîtinên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pirsa serokomariyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Eyad Elawî û Hadî Amirî re civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî li Bexday bi Serokê Lîstê Weteniye Eyad Elawî re civiya û her du aliyan tekezî li ser girîngiya proseyeke siyasî ya tendurist li Iraqê kirin, ku bikare bi serkeftî serederiyê bi qonaxên dahatûyî yên Iraqê û astengiyan û pirsgirêkan re bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Lîsta Fetih Hadî Amirî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Lîsta Fetih Hadî Amirî

Her li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji aliyekî din ve Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Lîsta Fetih Hadî Amirî re civiya. Di hevdîtinê de her du aliyan proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û rêkarên destnîşankirina Serokomar û Serokwezîr gotûbêj kirin.

Di civînê de her alî hevnerîn bûn li ser hevahengî û hevkariya di navbera aliyên Iraqî de û  parastina perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê di Iraqa dahatûyî de, ta bibe bersivdarê mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê û daxwazên wan ên aramî û ewlehiyê û xizmetguzariyê pêk bên.

Duhî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Bexdayê û zincîreyeke civînan bi serkirdeyên Iraqê encam da, di wê çarçovê de bi awayekî cuda bi Cîgirê Serokomar Nûrî Malîkî, serokê qewareya Eta Falih Feyaz re civiya.

 

S. B