Li Tirkiye binçavkirina efserên serbazî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê derbarê 43 efserên Artêşa Tirk de biryara binçavkirinê hat dayîn û 19 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, hêzên dijeterorê, hemberî efserên Artêşa Tirk li Stenbol û Enqerê operasyon encam dan.
Hêzên dijeterorê, li 26 navçeyên Stenbolê êriş birin ser 32 navnîşanan û 19 efser binçavkirin.
Hat îdîakirin, kesên hatine binçavkirin, sîstema pêwendî ya Bylock'ê bikaranîne û di rêveberiya Ewlekariyê de lêpirsîna wan berdewam dike.