Bi vîdyo.. Kêlîka topbarana Efrînê bibîne

Di wê vîdyoyê de, diyar dibe ku artêşa Tirkiyê xaniyên welatiyan li nav bajarê Efrînê topbaran dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di rûpelên nêzîkî YPGê de, li ser tora civakî ya facebookê, girte vîdyoyek taybet bi topbarana artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê hatiye belavkirin.

Di wê vîdyoyê de, diyar dibe ku artêşa Tirkiyê xaniyên welatiyan li nav  bajarê Efrînê topbaran dike.

Derbarê ziyanên canî yên wê topbaranê, heya niha ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Her di wê çarçoveyê de, îro nivîsgeha Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî ragihand, ku ev hefteyeke artêşa Tirkiyê ava vexwarinê li ser xelkê Efrînê birrîye.

Ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, li Efrînê dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kiriye û heya niha jî berdewam dike, li gorî amarên rêxistinên mirovî, heya niha bi sedan sivîl bûne qurbanî û bi deh hezaran jî welatî mişext bûne.

Nivîsgeha Netewên Yekgirtî diyar kir, ku bi hezaran welatî neçar bûne, ji tirsa topbaran û bordûmana firokeyên Tirkiyê, ber bi navçeyên di bin kontrola Hikûmetê ve biçin.

Wê nivîsgehê diyar kir, ku bi sedema kontirolkirina bendava serekî navçeyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, karmendên wê nikarin vegerin ser karên xwe û nema karin ava vexwarinê ji welatiyan re peyda bikin, ji ber vê yekê jî ava vexwarinê ji ser Efrînê hatiye birrîn.

N.O