Firokeyên cengî yên Tirkiyê 4 welatiyên devera Balekayetî şehîd kirin

Navên ew kesên şehîd bûne ev in: Mistefa Wertî, Şêro Mehmûd, Mihemed Ismaîl Axa Wertî û Derbaz Simaqûlî

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din firokeyên cengî yên Tirkiyê devera Baleyan ya ser bi navçeya Balekayetî ve bordûman kirin û di encamê de çar kes şehîd bûn.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê: "Duh derengê şevê, çend firokeyên cengî yên Tirkiyê, bi bihaneya hebûna baregehên PKK, gundên devera navhatî bordûman kirin û ji ber wê yekê 4 kes şehîd bûne û du ji wan pêşmerge bûn".

Her li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine: "Navên ew kesên şehîd bûne ev in: Mistefa Wertî, Şêro Mehmûd, Mihemed Ismaîl Axa Wertî û Derbaz Simaqûlî".

Berî niha jî çendîn caran bi sedema hebûna baregehên PKK, gundên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hatine bordûmankirin, di bûyereke hevşêwaz de, roja 1/8/2015an, firokeyên cengî yên Tirkiyê gundê Zargelî yê ser bi bajarokê Wertê ve li devera Riwandiz bordûman kirin, di encamê de heft welatiyên sivîl şehîd bûn, ku pênc ji wan endamên yek malbatê bûn, herwiha 11 welatiyên din birîndar bûn, ji wê demê ve, beşek ji welatiyên binarê Qendîlê mişextî bajar û navçeyên din bûne û heya niha nekarîne li malên xwe vegerin.

N.O