Bi serperiştiya supaya Pasdaran, petrola Kerkûkê diçe Îranê

Bi riya supaya Pasdaran re, Îranê çavê xwe berdaye petrola Kerkûkê û bi hikûmeta Iraqê re lihev kiriye, di qonaxa bê de jî di boriyan re petrola Kerkûkê bişîne Îranê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi riya supaya Pasdaran re, Îranê çavê xwe berdaye petrola Kerkûkê û bi hikûmeta Iraqê re lihev kiriye, di qonaxa bê de jî di boriyan re petrola Kerkûkê bişîne Îranê.

Li gor zanyariyan, heta niha rojane 30 ta 60 hezar bermîl petrola Kerkûkê ji bo Kirmanşanê tê şandin.

Biryar e di rojên pêş de, hêleke petrolê di navbera Kerkûk û Kirmanşandê de bê damezrandin, ji bo hinartina rojane 650 hezar bermîl petrol ji Îranê re.

Bi raya çavdêran, di dema serkeftina vê projeyê de, Tirkiye xewna xwe ya ku bibe jêdera yekem ji wizeya Ewropa re têk dide.