Iraq dixwaze rê li ber Amerîka bigre daku Pêşmerge bêyî Bexdayê biçek neke
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî ku Kurdistan24 nûçeyek belav kir, ku Kongirêsê Amerîkî mercê vegera ji bo Bexdayê, ji pirojebiryara dana çekan ji bo hêzên Pêşmerge rakiriye û bêyî Bexdayê havkariya serbazî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike.
Li ser vê yekê, komîta asayiş û berevaniyê di Perlemana Iraqê de, ji wezîrê derve yê Iraqê Ibrahîm Ceiferî xwestiye ku, rê li ber Kongirêsê Amerîkî bigre, daku raster çekan nede Pêşmerge û nehêle deng li ser wê pirojeyasayê bê dayin.
Perlemanterê Iraqê Eskender Witwit got: "Kêşeya referanduma Kurdistanê hîn berdewam e û erkê wezareta derve kar li ser wê yekê bike û nehêle Kongirêsê Amerîkî deng li ser wê pirojebiryarê nede, heya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi temamî bên çarekirin."
Kurdistan24ê ji malpera “AL-Monitor” ay Amerîkî wergirtiye ku "Di pirojebiryara budceya sala 2018an de, Kongirêsa Amerîka 365 melyon dolar ji bo hevkariya serbazî ji hêza Pêşmergên Kurdistanê re diyar kiriye û ew mercê di salên berê de li pêşya dayina wê alîkariyê hatibû danîn (Di çarçova yekîtiya axa Iraqê de hevkariya Pêşmerge bê kirin) di pirojebiryara îsal de hatiye rakirin û bê merc hevkarî diyar kiriye."
Di rapora “AL-Monitor” de hatiye, piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, di pirojebiryara nû ya Kongirêsê Amerîkî de, ew merc hat rakirin ku pêwîstbû di çarçoveya yekîtiya axa Iraqê de çek ji bo hêzên Pêşmerge bên şandin.