Rê li ber afîşên piştevaniya referendûmê yên HAK-PARê hat girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf ê Azadiyan (HAK-PAR) bi egera piştevaniya referendûma serxwebûna Kurdistanê 20 hezar afîş dirustkirin.

HAK-PAR xwest 30 bilboard ên bajarê Diyarbekrê kirê bike û afîşên xwe daliqîne, lê Wilayeta Diyarbekrê ligor xala 11/e ya qanûna 2935an a Rewşa Awarte ev serîlêdan redkir û rê neda afîşên piştgirya referendûmê bên daliqandin.

Ligor berpirsên HAK-PAR ji Kurdistan24 re ragihandî, xebatên wan ên piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê dê her berdewam bikin.