Erdogan: PKK hêviyên xwe bi 31ê Adarê ve girêdaye

Erdogan pesnê Hevpeymaniya Cumhur a di navbeyna AK Partî û Partiya Nijadperest a Tirk MHP da û got, ku heta goristanê jî, ew dikarin vê hevpeymaniyê bidomîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê Partiya Maf û Geşepêdanê AK Partî Recep Tayyib Erdogan, di çarçoveya bangeşeyên Hilbijartinê Herêmî de li bajarê Tirkiye Mugla axifî.

Erdogan pesnê Hevpeymaniya Cumhur a di navbeyna AK Partî û Partiya Nijadperest a Tirk MHP da û got, ku heta goristanê jî, ew dikarin vê hevpeymaniyê bidomîn in.

Herweha anî ziman, ku Hêzên Ewleyî yên Tirkiye eşkere kirin e, ku PKK hêviyên xwe bi 31ê Adarê – roja hilbijartinên herêmî ve – girêdan e û ev yek eşkere dike, ku tifaqek gemarî li hember wan heye.

 

 

C.B