"Wê Pêşmerge li navçeyên cihê nakokiyê vegerin"

Hiwêt: Amerîka ji Hikûmeta Bexdayê re gotiye, pêwîst e Pêşmerge vegerin tevahiya navçeyên kêşe li ser.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera Kurdistan24ê, peyvdarê êlên Erebên sunne yên Nînewa Muzahim Hiwêt, eşkere kir ku di van nêzîkan de, wê şandeke pile bilind ji Ameîrka, bi mebesta serperiştîkirina dubare vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên cihê nakokiyê, serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Peyvdarê êlên Erebên sunne yên Nînewa tekez kir, ku wan berî niha bi riya nûnerê xwe yê taybet, daxwaznameyek ji Hikûmeta Amerîka re şandiye, daku Washington navberiyê di nav Hewlêr û Bexdayê de bike, heya ku hêzên Pêşmerge derbasî navçeyên wan bibin.

Muzahim Hiwêt eşkere kir, Hikûmeta Amerîka bersiva wê daxwaznameya wan daye û gerentî jî daye, ku di van nêzîkan de, wê hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Amerîka vegerin navçeyên kêşe li ser û got: Amerîka tekez kiriye ku navçeyên kêşe li ser wan, bi hevbeşî li di nav hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî bên birêvebirin.

Herwiha Hiwêt got: Amerîka ji Hikûmeta Bexdayê re gotiye, pêwîst e Pêşmerge vegerin tevahiya navçeyên kêşe li ser û odeyeke operasyonên hevbeş di nav Pêşmerge û hêzên Iraqî de, bi serperiştiya Amerîka were pêkanîn û got: Amerîka agahî li ser vê yekê ji êlên Erebên sunne re eşkere kiriye.

Ev daxuyaniyên Hiwêt di demekê de ne, ku heya niha ti jêderekî fermî ji hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê vê pirsê ti daxuyanî nedane.

N.O