Îran: Şerê li Suriye dikare belavî herêmê bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqçî, rewşa Suriye gelek aloz û tevlîhev binav kir.
Ligor Iraqçî, şerê Suriye dikare belavî tevayiya herêmê bibe, û metirsiya vê yekê gelek e.
Liser hebûna hêzên Îranî li Suriye Iraqçî destnîşankir ku, ew hêz jib o şerê li dijî terorê li Suriye ne, ne ku li dij hin welatan.
Daxûyaniya Iraqçî, piştî aloziya Israil-Iranê li Suriye û Operasyona Efrînê ta Tirkiye hat.
C.B