Erdogan ji Trump re: Sizayên we li ser Tirkiyê bêmifa ne
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, siyaseta Amerîka ya beramberî welatê xwe rexne kir û ragihand, ku sizayên Amerîkî li ser Tirkiyê bêmifa ne.
Ajansa nûçeyên Tirkiyê (Anadolê) ragihand, ku Erdogan li pêşiya alîgirên xwe li bajarê Rîze yê Tirkiyê got: Îro Tirkiyê rastî çend kempînên cuda hatiye. Ji wan re Dolar heye û ji gelê me re Xwedê û rastî heye.
Erdogan got jî: Ez ji wan re tekez dikim, ku ti asoyek an mifayek ji bizav û fişarên wan li ser abûriya Tirkiyê tine ye.
Di çend rojên derbasbûyî de, bi sedema gefên serokê Amerîka Donald Trump û sepandina sizayan li ser du wezîrên Tirkiyê, Lîreya Tirkî beramberî Dolar daket û bi awayekî berbiçav nirxê xwe jidest da.
Nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de, piştî wê yekê hatin, ku Enqerê keşeyekî Amerîkî desteser kir û ew bi hevkariyê li gel terorê û girûpa Gulen tometbar kir.
N.O