Kalin: Di rojeva Erdogan de pêvajoya aştiyê nîn e

Serokomariya Tikriyê radigihîne, di rojeve wan de pêvajoyeke bi navê çareseriyê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tikriyê radigihîne, di rojeve wan de pêvajoyeke bi navê çareseriyê nîn e.

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin daxuyaniyên Şewirmendê Serokomariya Tirkiyeyê Îlnûr Çavîkî yên di derbarê pêvajoya çareseriyê de red kir û got, di rojeva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de pêvajoya aştiyê nîn e û dê şerê PKKê berdewam bike.

Îbrahîm Kalin got jî, welatiyên Kurd wekî hemû welatiyên din ên Tirkiyê xwedî maf in û dijitiya Kurdan ji aliyê Erdogan ji holê hatiye rakirin.

Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Îlnûr Çevik duh gotibû, piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.

Ji sala 2009an heta 2015an di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyeke bi navê aştiyê hebû, lê neçû serî.

 

S. B