Operasyonek li dijî rêxistina Adnan Oktar dest pê kir

Li Tirkiyê di derbarê de ji ber tohmeta sîxurtiya leşkerî û gelek tohmetên curbicur biryara girtina 235 kesan hate dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di derbarê de ji ber tohmeta sîxurtiya leşkerî û gelek tohmetên curbicur biryara girtina 235 kesan hate dayîn.

Asayîşa Stenbolê ragihand, li dijî rêxistina tawanê ya Adnan Oktar operasyoneke berfereh hatiye destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de ji ber tohmetên curbicur yên wekî sîxurtiya leşkerî, destdirêjiya cinsî, gef, revandina mirovan û sextekariyê di derbarê 235 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn.

Heta niha Serokê rêxistinê, Adnan Oktar jî di nav de ji sedî zêdetir kes hatine girtin û lêpirsîna wan li Asayîşa Stenbolê berdewam dike.

Adnan Oktar bernameyeke wî heye û li televisyona wî tê pêşkêşkirin. Herwiha gelek pirtûk jî bi navê “Harun Yehya” belav kirine.

 

S. B