Rêkxerê Tevgera Goran bi – Belê deng da
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêkxerê Tevgera Goran Omer Seyid Elî piştî dengdayina xwe li bajarê Silêmaniyê daxûyaniyek da medyayê û ragihand ku, dengê – Erê di referendûma serxwebûna Kurdistanê de bikar aniye.
Tevgera Goran duhî bi daxûyaniyekê ragihandibû ku, endam ê alîgirên xwe di hilbijartina referendûma serxwebûna Kurdistanê de serbest dihêle, ligor dilê xwe raya xwe bidin.