Rûhanî ligel Seroka IMF civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Di malpera fermî ya Serokomariya Îranê de hate ragihandin ku, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Newyorkê ligel Seroka Fon a Navneteweyî ya Diravî (IMF) Christine Lagarde re civiya ye.
Ligor hatî ragihandin Rûhanî naveroka civînê bi pêwendî û diyaloga IMF re girêda ye.
Îran dixwaze pêwedniyên baştir ligel fonên navneteweyî û bi taybetî bi IMF re deyne û di pêşbirina bernameyên aborî de bi IMF re danûstandinan bike.
Ji aliyê xwe ve Seroka IMF Lagarde ragihandiye ku, IMF ji bo ewleyiya aborî û pêşxistina aboriyê amade ne alîkariya her welatekî bikin.
Şirovevan diyar dikin ku, xerabiya aboriya Îranê egerek girîng a diyaloga Rûhanî ligel IMF bû ye.
C.B