Nêçîrvan Barzanî: Bêşikçî cihê xwe di dilê me hemiyan de çêkiriye

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê bi rêz û çavekî mezin li helwest û nerînên Ismaîl Bêşikçî dinere û bi wê berevaniya ku li mafên gelê Kurdistan û mirovatiyê dike, cih û hezkirina xwe di dilê hemiyan de çêkiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku gelê Kurdistanê bi rêz û çavekî mezin li helwest û nerînên Ismaîl Bêşikçî dinere û bi wê berevaniya ku li mafên gelê Kurdistan û mirovatiyê dike, cih û hezkirina xwe di dilê hemiyan de çêkiriye.

Di dîdarekê de, îro piştî nîvro, serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji nêzîkve li rewş û tendirustiya nivîskar û rewşenbîr û dostê gelê Kurd Ismaîl Bêşikçî pirsî û hêviya tendirustiyeke baş jêre xwest.

Di dîdarê de, Bêşikçî dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistan û ew rêz û hezkirina ku li hemû cihekî Kurdistanê hest pê kiriye, da xuyakirin û behsa kar û çalakiyên weqfa "Ismaîl Bêşikçî" kir, herwiha behsa serdana xwe ji bo Herêma Kurdistan û beşdarîkirina wî di çendîn çalakiyên kultûrî û rewşenbîrî de kir.

N.O