Pêşmerge û Hevpeymanî tevgera DAIŞê guftûgo dikin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyên cuda yên Iraqê guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyên cuda yên Iraqê guftûgo dikin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, li Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî civînek birêve çû.

Di daxuyaniyê de hat, di civînê de raporta beşan hat xwendin û bûyerên çend rojên li navçeyên cuda ên Iraqê rû dane hatin guftûgokirin. Li gor raporatan, tevgera teroristên DAIŞê dest pê kiriye û di encamên kiryarên teroristî de bi dehan xelkê sivîl hatine kuştin û birîndar kirin. Ev jî bûye sedema dirustbûna nearamî û giriftan ji xelkê re û ziyan gihîştiye proseya dubare avakirina Iraqê.  

 

S. B