Ermenên Qamişlo bi hêvî ne aştî li tevahiya Sûriyê belav bibe
K24 – Qamişlo
Di roja zayîna hezretî Mesîh de Ermenên Orthodox yên bajarê Qamişlo dimînin hêvî dikin ku aştî li Sûriyê bi giştî belav bibe .
Ermenên Orthodox cejina zayîna hezretî mesîh li bajarê Qamişlo pîroz dikin. Ji destpêka sibehê ve Ermenên deverê berê xwe dan kenîseyan û nimêja cejinê kirin. Li gorî dab û nerîtan, piştî ku nimêja xwe bi dawî dikin berê xwe didine oldarên xiristiyan û cejina wan pîroz dikin. herwiha pêşwaziya mêvanan li malên xwe dikin.
Welatî Can Ibrahîm ji K24ê re got: "Ez xêr û aştiyê ji teveya cîhanê re dixwazim. Xwedê hezkirinê li ser dilê hemû gelên cîhanê belav bike û em bi hêvî ne ku ewilehê û aştî vegere welatê me Sûriyê."
Ermenên Orthodox didin zanîn, ku roja zayîna hezretî mesîh pîroz e û nameya wî aştî ye, loma bi hêvî ne ku aştî û aramî li Sûriyê bi giştî belav bibe . Herwiha dibêjin, ku pêwîst e çanda hezkirinê li deverê belav bibe.
Welatî Bêrî Meredosiyan jî got: "Iro roja zayîna hezretî Mesîh e. Sibehê em berê xwe didin kenîseyê û em nimêj dikin û piştî wê em derin pîrozbahiya Mutran dikin. Herwiha em pîrozbahiya dost û hevalên xwe dikin û xwedê xêrê bişîne weletê me Sûriyê."
Li gorî hin dîroknasên Ermenî, ji destpêka salên 1920 ta 1930 nezî 1400 malbatên Ermeniyan li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê bicih bûn û piraniya wan di warê pêşesaziyê de zîrek bûn. Herwiha tê zanîn ku hijmarek mezin ji Ermenên deverê ber bi Ermenstanê ve çûn.