YPG girtina 9 şervanên xwe li Efrînê re dike

Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dikin ku 9 şervanên wê li Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dikin ku 9 şervanên wê li Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve hatibin girtin.

Fermandarên YPGê nûçeya girtina 9 şervanên wan li Efrînê ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve red kirin û gotin Tirkiye wan nûçeyan bi mebestên cuda wan nûçeyan belav dike.

Parêzgerê Hatayê Erdal Ata ragihand di operasyoneke Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê de 9 endamên YPGê li bajarokê Raco yê Efrînê hatine girtin.

Erdal Ata da zanîn, endamên YPGê niha li Hatayê ji hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve tên lêpirsînkirin.

Tê payîn ku YPG‘ê îro daxuyanîyekê derbarê wê pirsê de ji raya giştî re belav bike.

 

S. B