Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir

Malpera Serok Barzanî belav kir, ku li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Meda ya ji bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera Serok Barzanî belav kir, ku li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Meda ya ji bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û Fexrî Kerîm ronahî xistin ser rewşa siyasî ya Herêmê û bi pêwîst zanîn, proseya hilbijartina Serokê Herêmê û pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bileztir bê kirin. Ji ber ku bandora wê, liser wan keşeyên siyasî, yên ku piştî hilbijartinan hatiye pêş bi erênî heye.

Tekez jî kirin, ji ber wê erka hestiyar û di  rûyê siyasî û aborî ve, erk  dikevê ser Herêmê û , pêwîst e şiyan ji bo yekxistina helwêsta aliyên Kurdistanê bê terxan kirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekez kirin, ku erka pêşî ya kabîneya nû ya Herêmê ewe ye, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Kurdistanê lezê bike û di warê aborî û pêşketin û geşbûnê de çalak be.

 

 

C.B