YPG: Tirkiye Skenderûneke din li Sûriyê dixwaze

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, Tirkiye û desthilatdarên Tirkiyê bi tunekirina jiyana demokratîk li Efrînê, dixwaze temenê xwe dirêj bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, Tirkiye û desthilatdarên Tirkiyê bi tunekirina jiyana demokratîk li Efrînê, dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ji ajanseke nêzîkî PKKê re ragihand, Tirkiye bi dagirkirina Idlib, Bab, Ezaz û Cerablûsê, dixwaze Efrînê jî li vê zêde bike û bûyereke dî ya Skenderûnê an jî Qibrisê çê bike.

Nûrî Mehmûd dibêje, Tirkiye hem dixwaze ji Sûriyê parçeyek xak qut bike û hem jî bi tinekirina jiyana demokratîk a li Efrînê dixwaze temenê xwe dirêj bike.’

Peyvdarê YPGê amaje bi danûstandinên Astanayê kir û got ku ew hevdîtin pûç derketine, li gorî peymanê diviya Tirkiye bi rengê ‘hêza çavdêr’ biçûya Idlibê, lê bi tang û topan ew herêm dagir kiriye. Tiştên ku li Idlibê dibin li dijî daxwazên hemû hêzên herêmê ne. Lê Îran, Tirkiye dixwazin serkeftina pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê asteng bikin.