Li Herêma Kurdistanê erd hejiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî bîstekê erdhejek li Silêmanî, Ranya û Qeladizê rû da û li gelek cihên din jî hest pê hate kirin.
Li gor zanyariyên beşek ji çiyayê Kêwereş a Ranyayê ji ber erdhejê hilweşiya.
Wek welatiyan jî behs kirine, li qezaya Şeqlawe û hin cihên derdora bakurê rojhilatê Hewlêrê jî hest bi erdhejê hate kirin.
Li gor girtevîdyoyên ketine destê K24ê, li Ranayê hin ziyanên medî gihêştin bazara bajêr û hin xaniyan.