Perlemanterek Îranê: Divê Rûhanî lêbûrînê ji Îraniyan bixwaze

Mihemed Kazimî: Pêwîst e serokê Îranê (Hesen Rûhanî) bi sedema bicînekirina sozên xwe û têkçûna rewşa xelkê, daxwaza lêbûrînê ji xelkê Îranê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê reformxwaz ê perlemana Îranê (Mihemed Kazimî) daxwaz ji serokê Îranê (Hesen Rûhanî) kir, ku lêbûrînê ji xelkê Îranê bixwaze.

Mihemed Kazimî ji ajansa Tesnîm a Îranê re ragihand, ku pêwîst e serokê Îranê (Hesen Rûhanî) bi sedema bicînekirina sozên xwe û têkçûna rewşa xelkê, daxwaza lêbûrînê ji xelkê Îranê bike.

Herwiha Kazimî diyar kir, ku rewşa niha ya Îranê û serhildana kirîza diravî, karên Hikûmetê dixe bin pirsê û ji ber ku Hikûmetê sozên xwe ji xelkê re bicî nekiriye û bû sedema xerabiya rewşa abûrî û derketina xwepêşandanan, pêwîst e serokê Îranê lêbûrînê ji xelkê bixwaze.

N.O