Yekgirtû: Beşdarî aktîvkirina parlemantoyê dibin

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî yê Kurdistanê ragihand, Yekgirtûya Îslamî beşdarî aktîvkirina parlmantoya Kurdistanê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî yê Kurdistanê ragihand, Yekgirtûya Îslamî beşdarî aktîvkirina parlmantoya Kurdistanê dibe.

Şanda hevbeş a Partiya Demokrata Kurditanê (PDK) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina mîkanîzma aktîvkirina parlemantoyê ligel Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiyan.

Berdevkê Yekgirtû Hadî Elî di konferanseke ronamevanî de ragihand, civîna ligel şanda PDK û YNKê ta asteke baş gihêştin nêrînên hevbeş, bo di zûtirîn dem de parlemanto bê aktîvkirin û gavên erênî bo çareserkirina pirsgirêkan bavêjin.

Hadî Elî got jî; Pêwîst e Tevgera Goranê û Komela Îslamî jî beşdarî aktîvkirina parlemantoyê bibin, ji bo hemû pirsan li parlemantoyê yekalî bikin.