Hikûmeta demkî ya Sûryê: Yekîneyên opozisyonê derbasî Minbic û Efrînê nebûne

Ebû Heteb: Di demeke nêzîk de û bi hevkariya Tirkiyê, emê yekîneyên xwe derbasî Idlibê bikin û emê şerê artêşa Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta demkî ya opozisyona Sûryê Cewad Ebû Heteb ji ajanseke opozisyonê re ragihand, ku tevahiya gotinên derbarê derbasbûna Artêşa Azad ji bo bajarokê Minbic û Efrînê bê bingeh in û hîn tiştek zelal nebûye.

Cewad Ebû Heteb got: "Di demeke nêzîk de û bi hevkariya Tirkiyê, emê yekîneyên xwe derbasî Idlibê bikin û emê şerê artêşa Sûryê bikin".

Ebû Heteb diyar kir, ku desteya Tehrîr El-Şam ne dihişt yekîneyên Artêşa Azad derbasî parêzgeha Idlibê bibin, lê niha rewş wê yekê dixwaze ku Artêşa Azad derbasî Idlibê bibe.

Duh jî Serokê Tirkiyê ragihand, ku operasyona Mertla Firatê wê berdewam be heya Minbic û Efrînê kontrol bikin.