Ibrahîm Biro: Amerîka helwesta xwe beramberî Sûryê guhertiye

Biro: Me bi hemû aliyên siyasî û serbazî yên opozisyona Sûryê daye qebûlkirin, ku divê di destûra Sûryê de, mafên gelê Kurd bên parastina.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê Komîta Pêwndiyên Derve ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûryê (Ibrahîm Biro) di bernameya Basî Roj a K24ê de ragihand, ku berûvajî Amerîka û Tirkiyê, Rûsya dixwaze bi zûtirîn dem, dest bi operasyona Idlibê bike, lê Amerîka û hevpeymanên wê, bi bihaneya pirsên mirovî fişarê li Rûsya dikin, daku wî karî neke û heger hat kirin, wê karesateke mirovî çêbibe.

Ibrahîm Biro zelal kir, ku berî niha Amerîka dida xuyakirin ku ew hêzên xwe li Sûryê nahêle û piştî nemana DAIŞê ewê hêzên xwe bikişîne, lê niha helwesta xwe guhertiye û dibêje, Divê şareyeke siyasî ji kirîza Sûryê re bê dîtin û hêzên Îranî ji wî welatî derkevin û rê li ber vegera DAIŞê bê girtin, piştre wê Amerîka hêzên xwe bikişîne.

Bi gotina Biro, Amerîka ji ber van mercan dixwaze astengiyan li pêşya operasyona Idlibê çêbike û baweriya wê bi sozên Rûsya nayê, ku berî niha Mosko soz dabû, hêzên Îranî ji Sûryê derxîne.

Derbarê egera kontrolkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve, Ibrahîm Biro got: Rûsya dixwaze rêjîm bi hêza xwe Rojavayê Kurdistanê kontrol bike, lê heger Amerîka pêbendî helwesta xwe ya nû be û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle heya çareyeke siyasî ji kirîza Sûryê re bê dîtin, wê rêjîm nikaribe hêza xwe li Rojavayê Kurdistanê belav bike, lê heger Rûsya hin daxwazên Amerîka li navçeyên din ên Sûryê bicî bike, dibe ku Amerîka rê li ber hatina rêjîmê veke.

Derbarê danîna destûreke nû ji Sûryê re, Biro diyar kir, ku niha bi çavdêriya navdewletî bizavên danîna destûreke nû ji Sûryê re tên kirin û got: Rêjîma Sûryê ne amade ye di vê demê de ti mafî bide Kurdan ji ber ku ew dizane kar ji bo destûreke nû tê kirin û li gorî destûra nû, tekezî li ser mafê pêkhateyên Sûrî tê kirin.

Herwiha Biro got: Me weke ENKSê bi hemû aliyên siyasî û serbazî yên opozisyona Sûryê daye qebûlkirin, ku divê di destûra Sûryê de, mafên gelê Kurd bên parastina û Sûrya weke dewleteke pir netew bê nasandin û hemû siyaset û biryarên li dijî Kurdan hatine stendin bên hilweşandin û Kurd bên qerebûkirin.

N.O