Macron: Em ji nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de dilgiran in
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Firensa Emmanuel Macron şevê din bi riya telefonê pêwendî bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir û tekezî li ser danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Di wê pêwendiya telefonî de Serok Macron dilgiraniya xwe li hemberî rewş û girjyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da û daxwaz kir ku herdu alî li ser xwe bin û şer û pevçûn neqewimin û tekezî li ser wê yekê kir, ku baştirîn rê ji bo çarekirina pirsgirêkan gotûbêj û danûsandin e.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî rewş û bûyerên vê dawiyê yên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de ji bo Serokê Firansa şirove kir.
Hat zanîn ku biryar e Serokê Firansa di bizavên xwe de berdewam be heya ku herdu aliyan Hewlêr û Bexda bi riya gotûbêjan kêşeyên di nav xwe de çare bikin.