Li Efrînê 5 çekdarên opozisyonê hatin kuştin

Medya opozisyona Sûryê: Çekdarên Artêşa Azad dixwestin gundê Hacî Eskender kontrol bikin lê êrîşa wan neçû serî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderên nêzîkî YPG li Efrînê ragihandin, dema ku çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ve bizav dikirin gundê Hacî Eskender kontrol bikin, şervanên YPGê rastî wan hatin û di encama şer de, 5 çekdarên  opozisyonê hatin kuştin.

Medya nêzîkî opozisyona Sûryê belav kiriye, ku şevê din şerekî tund di navbera şervanên YPG û çekdarên Artêşa Azad de li gundê Hacî Eskender qewimî û di encamê de 5 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Li gorî medya opozisyona Sûryê, çekdarên Artêşa Azad dixwestin gundê navhatî kontrol bikin lê êrîşa wan neçû serî.

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe ya 23yan de, lê li gorî daxuyaniyên fermandeyên YPGê heya niha artêşa Tirkiyê nekariye armancên xwe bicî bike.